ˋEm piştgiriyê bidin şervanên li eniyên şerˊ

Xelkê bajarê Amûdê û gundewarê wî sersaxî da malbata şervanê QSDˋê şehîd Beyar El Elî û got, "Em ê piştgiriyê bidin berxwedana hêzên xwe yên leşkerî û azadiya gelê xwe pêk bînin."

15 ÇILE, 2025   20:01
QAMIŞLO

Xelkê bajarê Amûdê û gundewarê wî berê xwe da konê sersaxiyê yê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Cûdî (Beyar Mahsûm El Elî) û sersaxî da malbata şehîd.

Şervanê QSDˋê Cûdî di 8ˋê Çileyê de di bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyê nwê li ser herêma Bendava Tişrînê de şehîd bûbû.

Di merasîmê de, endamê Desteya Malbatên Şehîdan, Gazî û Dîlgirtiyên Şer a Kantona Cizîrê Zîwar Elî axivî û got: "Van şehîdan di oxira welat de canê xwe feda kirin û rêya şehîd Xebat Dêrik şopandin."

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Amûdê Berxwedan Bîco axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker dixwaze Kurdan tune bike û Şoreşa Rojava têk bibe. Lê wê, planên dagirkeriya Tirk li hember berxwedana me werin têkbirin û nikare vîna me bişikîne."

Endama Kongra Star Nûra Hisên got: "Em ê piştgiriyê bidin berxwedana hêzên xwe yên leşkerî û azadiya xwe pêk bînin."

Endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şêrîn Dawûd got: "Divê tevahî pêkhate berê xwe bidin Bendava Tişrînê û armancên şehîdan pêk bînin."

Her iwha endamê Kongreya Îslama Demokratîk Omran Mehmûd jî ev tişt got: "Em deyndarê şehîdan in. Cihê şehîdan cihê herî bilind e."

Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Beşîr Mela Newaf jî got: "Nobedarên li eniyên Bendava Tişrînê destanên lehengiyê dinivîsînin dikin."

Merasîm bi xwendina wesîqeya şehîd û radestkirina ji malbatê re bi dawî bû.

(fr)

ANHA