Rêveberiya Xweser a Firatê komkujiya Tişrînê şermezar kir

Rêveberiya Xweser a kantona Firatê bi daxuyaniyekê êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî welatiyên li Bendava Tişrînê şermezar kir.

Rêveberiya Xweser a Firatê komkujiya Tişrînê şermezar kir
15 ÇILE, 2025   19:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berêvara îro êrişî Bendava Tişrînê û nobedarên li bendavê kir û komkujiyek pêk anî.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Firatê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê komkujiyê de daxuyaniyek da û diyar kir ku êrişa dijî welatiyan binpêkirina qanûna mirovî ya navneteweyî û sûcekî şer e.

Her wiha hat diyarkirin ku îro 2 caran karwana welatiyan hat hedefgirtin. Cara yekemîn dema karwana wesayîtên welatiyan ji kantona Firatê derketibû rê rastî êrişê hat û li bendavê bi xwe jî êrişî nobedaran hat kirin.

Rêveberiya Xweser di dawiyê de bang li civata navneteweyî kir ku bi berpirsiyartiya xwe rabe û ji bo bidawîkirina êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo parastina welatiyan tedbîrên lezgîn bigire.

(fr)