Helbestvan Yusif Berazî li Amûdê hate bibîranîn

Bi dehan rewşenbîran li bajarê Amûdê helbestvanê nemir Yusif Berazî bi bîr anîn.

15 ÇILE, 2025   20:19
QAMIŞLO

Bi boneya salvegera 16`an a wefata helbestvan Yusif Berazî (Bî Bihar) Yekitiya Rewşenbîran li bajarê Amûdê, şevbuhêrkek di navenda Kemal Derwîş a bajêr de li dar xist. Bi dehan rewşenbîr, hunermend û şênî hazir bûn.

Helbestvanê bi navê Bî Bihar tê naskirin 15`ê Çileya 2009`an wefat kiriye. Hevalên helbestvanê nemir, hevalê xwe bi bîr anîn û behsa jiyana wî û berhemên wî kirin.

Helbestvan Bî Bihar sala 1931`an li gundê Til Cerceriye yê herêma Babê ya rojhilatê Helebê ji dayîk bûye. Dûre bi malbata xwe re derbasî Serêkaniyê dibe û li wir bi cih dibe. Sala 1943`yan helbesta xwe ya yekemîn nivisiye û di salvegera wefata helbestvan Cegerxwîn de xelat girt.

Her wiha di şevbuhêrkê de hunermend Ebdurehman Elo stran gotin.

Di şevbuhêrkê de pirtûka nivîskar Mela Nûrî Hesarî ya bi sernavê "Hostanîbêja zarhaweyên kurdî" hate îmzekirin û li beşdaran hate belavkirin.

(şx)

ANHA