ˋDivê cîhan hesab ji çeteyan bixwazeˊ

Koçberên Efrînê yên gihîştine kantona Cizîrê diyar kir ku dema ew ji Şehbayê bi darê zorê koçber bûne çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî wan sûc pêk anîn. Koçberan got Rêveberiya Xweser ew pêşwaz kirin û pêdiviyên sereke ji wan re peyda kirin.

ˋDivê cîhan hesab ji çeteyan bixwazeˊ
ˋDivê cîhan hesab ji çeteyan bixwazeˊ
ˋDivê cîhan hesab ji çeteyan bixwazeˊ
ˋDivê cîhan hesab ji çeteyan bixwazeˊ
ˋDivê cîhan hesab ji çeteyan bixwazeˊ
19 kanûn, 2024   06:10
GIRKÊ LEGÊ 
ROHAT XELEF

Heta niha nêzî 128 malbatên ku bi darê zorê ji kantona Efrîn û Şehbayê koçber bûne, gihîştin bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê.

Hin koçberan ji me re behsa rewşên dijwar ên koçberiyê heta gihaştin kantona Cizîrê kirin.

Selah Dîbo ku koçî gundê Girê Pirê yê bajarê Girkê Legê bû got: “Di dema koçberiya me ji Şehbayê de serma bû. Em ji çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser rêyan gelekî tirsiyan. Wan bi ser me de qîr dikir û gotinên nebaş dikirin."

Dîbo diyar kir ku çeteyan li Şehbayê bi ser malan de digirt, tevahî mal û milkên welatiyan talan kirin û dizîn.

Dîbo wiha domand: "Dema ji Şehbayê derdiketin çeteyan erebe disekinandin. Hin koçber neçar man bi peyatî derkevin.

Dîbo bang li rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan kir ku bi awayekî lezgîn destwerdanê bikin û li hemberî sûcên çeteyan ên li dijî Kurdan helwestekê nîşan bidin.

Dîbo destnîşan kir ku dema ew gihîştin kantona Cizîrê, Rêveberiya Xweser û şêniyan pêşwaziya wan kir û pêdiviyên pêwist ji wan re peyda kirin.

Nezîr Îbrahîm ê ji gundê Meydankê yê Efrîna dagirkirî got: “Ev cara duyem e ku em ji mala xwe bi darê zorê tên koçberkirin. Tevî sermayê em 2 rojan di rê de bê av û xwarin man. Çeteyan gef dixwar û digot em ê malên we talan bikin. Vê jî tirs xist dilê zarokan. Min dît ku zarokek ji ber sermayê jiyana xwe ji dest daye."

Îbrahîm bang li cîhanê kir ku çeteyan ji ber sûcên wan ên dermirovî ceza bike.

(mh/fr)

ANHA