ˊJi bo sekna li hember êrişan em ê rêxistina xwe xurt bikinˊ

Di merasîma sersaxiya şehîd Bêrîtan li Amûdê de şêniyan diyar kir ku ew li gorî projeya neteweya demokratîk û bi pêşengtiya jinan plan û êrişên li dijî herêmê têk bibin.

19 sibat, 2024   18:06
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê ya Kantona Cizîrê ji bo şehîd Ronahî Rûdî Îbrahîm (Bêrîtan Navdar) li pêş mala malbata wê konê sersaxiyê veda.

Şervana YPJˊê Bêrîtan Navdar di 22ˊyê Çileyê de li Tebqayê şehîd bûbû.

Di merasîma sersaxiyê de xelk, endamên saziyên sivîl, leşkerî amade bûn.

Wêneyên şehîd Bêrîtan, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên YPJˊê û Meclisa Malbatên Şehîdan li bin kon hatin daliqandin.

Di bin konê sersaxiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ziyor Elî sersaxî da malbata şehîd û got: "Gelê herêmê soz daye li ser şopa şehîdan be, zarokên xwe li ser metoda neteweya demokratîk bigihîne û êrişên dagirkeran bi dawî bike."

Li aliyekî din endama Kongra Star a navçeyê Medya Seido têkoşîna şehîdan silav kir û wiha got: "Bi saya fedakarî û têkoşîna jinan di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jin bûn sembolê têkoşînê ji bo tevahî jinên cîhanê."

Medya soza bilindkirina têkoşîn li ser şopa şehîd Bêrîtan û hevrêyên wê da.

Her wiha endama HPCˊê Nesrîn Başo axivî û got: "Em ê li dora nirxên şehîdan bicivin û rêxistina xwe li gorî projeya neteweya demokratîk û şerê gel ê şoreşgerî xurt bikin, da ku destkeftiyên şehîdan û şoreşê biparêzin."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

(fr)

ANHA