ˊHeta têkbirina siyasetên tecrîdê em ê çalakiyan li dar bixinˊ

Xelkê Reqayê destnîşan kir ku ew ê çalakiyên xwe yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, heta têkbirina tecrîdê dewam bikin.

ˊHeta têkbirina siyasetên tecrîdê em ê çalakiyan li dar bixinˊ
30 tîrmeh 2024   02:25
REQA

Di meşeke ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Reqayê hatibû lidarxistin de, şêniyên Reqayê girêdana xwe bi ramana Rêber Abdullah Ocalan û girîngiya ramanên wî ji azadiya hemû gelan anîn ziman.

Welatiyê bi navê Mihemed Mehmûd der barê ramanên Rêber Abdullah Ocalan de got: “Bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan, herêmên me ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûn û niha em bi ewlekarî û aramiyê dijîn. Ji ber vê yekê em bi hemû hêza xwe hewl didin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin.”

Mehmûd wiha domand: “Siyasetên îşkence û tecrîdê nikarin girêdana me bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan ên ku doza avakirina civakeke azad û demokratîk dike qut bikin. Ramanên Rêber Abdullah Ocalan çareserî û hêviya krîzên ku li Rojhilata Navîn tên jiyankirin.”

Welatiya bi navê Ebîr Hac Ebdullah destnîşan kir ku di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de, divê asta têkoşînê were bilindkirin da ku zext li hêzên navneteweyî û rêxistinên têkildar bê kirin û got: “Heta daxwazên me neyên bicihkirin, em çalakiyên xwe nasekinînin.”

Fatme Nesan jî bang li rêxistinên mirovî kir ku piştgiriya gel bikin da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin û got: “Heta serkeftin û têkbirina tecrîdê em ê çalakiyên xwe bidomînin.”

(mg/fr)

ANHA