ˊHedefgirtina rojnamevanên jin, hedefgirtina dengê heqîqetê yeˊ

Li kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina qetilkirina rojnamevanên jin ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve 2 meşên girse hatin lidarxistin.

24 tebax, 2024   22:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Qamişloyê ji bo şermezarkirina êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî tîma rojnamegeran li parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê ku di encamê de rojnamevan Hêro Behadîn û rojnamevan Gulistan Tara şehîd bûn, Kongra Star meşek li dar xist.

Meşvanan wêneyên her du şehîdan û pankarta ˊHedefgirtina pêşengên jin hedefgirtina destkeftiyên şoreşa Jin eˊ hildan. Meş ji Çerxerêya Sonî dest pê kir û li kolana sereke ya Qamişlo geriya. Di meşê de siloganên ˊJin, Jiyan, Azadîˊ hat berzkirin.

Meş li pêş Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê vegerî mîtîngê.

Li wir rêvebera Kongra Star Şeha Xelîl axivî.

Şeha got: "Êrişên dagirkeriyê li ser jinan ji ber îflasbûna wê ne. Bi taybet dagirkerî êrişî rojnamvanên jin ên çapameniya azad dike ku ew rastiya şoreşa jinan, rastiya dagirkerî û xiyanetê aşkera dikin."

Şeha wiha domand: "Em ji desthilatdaran re dibêjin hûn nikarin vîn û şoreşa me têk bibin. Em ê bi hevgirtin û yekitiyê planên wan têk bibin û destkeftiyên xwe biparêzin."

Meş bi diruşmên ˊJin, Jiyan, Azadîˊ, ˊBimire dagirkerî û xiyanetˊ ûˊŞehîd namirinˊ bi dawî bû.

Di heman çarçoveyê de li Dêrikê, bi beşdariya xelkê bajarên Girkê Leêg, Çilaxa, Til Koçer û xelkê Dêrikê meşek hat lidarxistin.

Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û wêneyên şehîd Gulistan Tara û Hêro Behadîn hatin hildan.

Meş ji qada azadiyê heta bi kolana sereke ya Dêrikê dest pê kir. Li pêş navenda Kongra Star meş rewastiya. Her wiha hevseroka Meclisa Bajarê Girkê Legê Nesrîn Mihemed axivî û got: "Hedefgirtina rojnamevanan hedefgirtina dengê rastiyê ye."

Nesrîn wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li dijî jinên pêşeng de bi armanca têkbirina şoreşa jinan, fikir û îradeya wê ku ji Rêber Abdullah Ocalan girtine, dewam dike. Dê jin li pêş êrişên dewleta Tirk a dagirker bibin pireyeke xurt û rastiyê bigihînin tevahî dewletên cîhanê."

Her wiha rêvebera Kongra Star a Dêrikê Şadiya Yûsif axivî û got: "Sûceke din li dîroka Tirkiyeyê ya reş û sûcên wê yên li dijî ragihandin, rojnamegeriyê û weşandina rastiyê zêde dibe."

Şadiya wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ev hedefgirtin binpêkirina li dijî tevahî qanûn û mîsaqên navneteweyî ne. Ev hedefgirtin helwesteke dijberî azadiya çapemeniyê û mafên mirovan nîşan dide."

(fr)

ANHA

Dêrik

Qamişlo