‘Em ê pênûs û kameraya Gulistan û Hêro li erdê nehêlin’

Li Silêmaniyê bi pêşengiya rojnamevanên jin çalakî hat lidaxistin û wiha hat gotin: “Em ê bi coşeke zêdetir ji bo rêya Gulistan û Hêro têbikoşin û nehêlin ku pênûs û kameraya wan li erdê bimîne.”

‘Em ê pênûs û kameraya Gulistan û Hêro li erdê nehêlin’
24 tebax 2024   22:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li dijî êrîşa dewleta Tirk a dagirker li ser wesayîta rojnamevanên çapemeniya azad a li navçeya Seyîdsadiq ku di encamê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn şehîd bûn, li Parka Azadiyê ya li bajarê Silêmaniyê daxuyanıya çapemeniyê hat dayîn. Medyayên çapemeniya azad û beşeke mezin a rojnamevanên azad û azadîxwaz beşdarî daxuyaniyê bûn.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Piştî rêzgirtinê rojnamevan Sinûr Rehman li ser navê jinên rojnamevanên Başûrê Kurdistanê daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Jinên rojnamevan ên azad li ser rê û rêbaza Gulistan û Hêroyê dê berdewam bikin. Ev cure êrîş, bombebaran û armancgirtina jinên rojnamevan tê wateya têkçûna Encumena Ewlekariyê ya Herêma Kurdistanê. Ev êrîş di encama lihevkirina dagirkerên Kurd de çêdibin. Dewleta faşîst a Tirkiyeyê bi Iraqê re û bi hevkariya PDK’ê ji bo pêkanîna bombebaran, qetilkirin, şewitandina jîngeh, rez û baxçeyên me deriyê axa xwe ji wan re vekiriye, van êrîşan pêk tîne.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armancgirtina jinên rojnamevan li başûrê Kurdistanê di demeke wisa de ye ku li herêmê hemû cureyên tundûtijiyê li dijî jinan pêk tên.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Her çend dewleta Tirk a faşîst-dagirker dixwaze bi van kiryaran rojnamevanên azad bitirsîne jî, em ê rê û rêbaza xwe winda nekin. Em ê bi coşeke zêdetir ji bo rêya Gulistan û Hêro têbikoşin û nehêlin ku pênûs û kameraya wan li erdê bimîne.”

‘ÊRÎŞA LI DIJÎ ROJNAMEVANAN SÛCEKÎ MEZIN E’

Li ser navê Navenda Metroyê Diyarî Mihemed jî axivî û got: “Me hêvî dikir ku gelek rojnamevan û kedkarên çapemeniyê beşdarî vê çalakiyê bibin da ku me karî ba zextên xwe zêdetir bikin. Ji ber ya ku li dijî van her du rojnamevanan hatiye kirin û hatine şehîdkirin dibe ku sibe li dijî rojnamevaneke din û saziyek din ya çapemeniyê jî bê kirin. Her wiha karesta duh ya li Seyîdsadiq rû dayî dikeve nav sûcê şer û binpêkirineke li dijî rojmavanan. Ji ber qewimîna wê bûyera duh ku li dijî rojnamevanan hate kirin sûcekê mezine û nîşan dide ku li Herêma Kurdistanê jiyana rojnamevanan parastî nîne, dibe ku di her dem û kêliyekê de êrişî me kirin û em şehîd bibin. Ji ber vê yekê jî erkê Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqê ye ku van êrîş û binpêkirinan rawestînin ku êdî qet neyên kirin.”

Piştre Endama Desteya Rêveber a Tevgera Azadiya Civak a Kurdistan Sara Rezayê axaftinek kir û got: “Em bi tundî van kiryarên terorîstî yên dewleta Tirk a faşîst şermezar dikin û bejna xwe li ber şehîdan ditewînin. Em ê rê û rêbaza şehîdên xwe winda nekin, ev kiryarên terorîstî yên dewleta Tirk a faşîst hemû sînor derbas kirine û bi alîkariya hundir dikare bi vî awayî êrîşî medyayên me yên azad bike.”

Piştî axaftinan dirûşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Şehîd namirin" û "Bimre dagirkerî û xeta xiyanetê" dihatin berzkirin.