ˊEm ê dîlana azadiyê li her derê bigerîninˊ

Hîlala Zêrîn û TEV-Çand sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakurê Kurdistanê yên li ser gelê Kurd şermezar kirin û diyar kir ku ew ê dîlana xwe ya azadiyê mezin bikin.

ˊEm ê dîlana azadiyê li her derê bigerîninˊ
ˊEm ê dîlana azadiyê li her derê bigerîninˊ
ˊEm ê dîlana azadiyê li her derê bigerîninˊ
ˊEm ê dîlana azadiyê li her derê bigerîninˊ
ˊEm ê dîlana azadiyê li her derê bigerîninˊ
ˊEm ê dîlana azadiyê li her derê bigerîninˊ
ˊEm ê dîlana azadiyê li her derê bigerîninˊ
30 tîrmeh, 2024   20:33
KOBANÊ

Bi hemû rêbazan êriş li ser Kurdan tê kirin. Faşîzma Tirk Kurdên li Bakurê Kurdistanê ji ber gerandina dîlanê destgîr dike. Têkildarî mijarê Tevgera Hîlala Zêrîn û TEV-Çandˊê li pêşiya Qada Jina Azad a Kobanê bi beşdariya endaman û xelkê bajêr daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew ê dîlana azadiyê li her çar parçeyên Kurdistanê mezin bikin.

Endama rêveberiya Şanoyê ya Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê Leyla Ehmed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin êriş li ser çand û kevneşopiya Kurdan tê kirin û ew ê li her derê çanda xwe biparêzin û dîlana xwe ya azadiyê bigerînin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gelê Kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê dê dîlana xwe ya azadiyê mezin bikin û bigerînin. Tu kes nikare çanda Kurdan tune bike. Her wiha hate gotin ew wek hunermend dê dîlana xwe li her derê bigerînin û mezin bikin.

Di dawiyê de dîlan li dora peykerê hat gerandin.

(sş)

ANHA