Ji CPJˊê bang: Silêman Ehmed tavilê berdin

CPJˊê bang kir ku edîtorê ajansa Rojnewsˊê Silêman Ehmed tavilê berdin û diyar kir ku tawanên li dijî wî bi hinceta bêdengkirina wî ne, lê tu delîlên girêdayî van tawanan tune ne.

Ji CPJˊê bang: Silêman Ehmed tavilê berdin
30 tîrmeh, 2024   18:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan Silêman Ehmed 280 roj e ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin û girtin. Duh piştî 279 rojan, li Dihokê Silêman Ehmed hate dadgehkirin. Dadgeha Dihokê 3 sal ceza li Silêman Ehmed birî. Nerazîbûn û bertekên dijî biryara dadgehê her ku diçe zêde dibin.

Girêdayî mijarê Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) li ser malpera xwe metirsiya xwe li ser cezayê li Silêman Ehmed hatiye birîn nîşan da û got rojnamevanên li Başûrê Kurdistanê bi sedema karên xwe yên rojnamevaniyê ji hêla desthilatan ve di paşguhkirin û astengiyan re derbas dibin.

CPJˊê diyar kir ku tawanên li dijî Ehmed tenê rêbazên bêdengkirina wî ne û destnîşan kir ku dadgehê tu delîlên pêbawer li ser cezayê pêşkêş nekirin û dadgehkirin ne adilane bû.

CPJˊê anî ziman ku nehiştin parêzer di dadgehkirinê de amade bin, lê piştî zexta şandeya NYˊyê ya bo alîkariya Iraqê û konsulxaneyên biyanî, hiştin derbas bin.

(fr)