ˈEm ê wekî Cîhan û Nazim rastiyê ragihîninˈ

Du rojnamevanên li bajarê Helebê li ser kesayeta her du rojnamevanên şehîd Nazim û Cîhan axivîn û gotin ew ê karê xwe yê rojnamevaniyê bi dilsoziya bi fedakariya wan re berdewam bikin.

ˈEm ê wekî Cîhan û Nazim rastiyê ragihîninˈ
28 kanûn, 2024   04:10
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Di 19’ê Kanûnê de dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Sirîn û Bendava Tişrînê erebeya nûçegihana ajansa me Cîhan Bilgîn û rojnamevan Nazim Daştan tê de bûn bombebaran kir. Di encamê de her du rojnamenva şehîd bûn û ajokarê erebeyê birîndar bû.

Nûçegîhanên li Helebê destnîşan kirin dewleta Tirk a dagirker ji tirsa aşkerakirina tawan û hovîtiya wê, êrişî rojnamevanan dike.

Nûçegihana Ronahî TV Sozdar Rizgar di şexsê şehîd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan de hemû şehîdên ku bi kamera û nûçeyên xwe rastiya dewleta Tirk a dagirker nîşan dane, bi bîr anîn.

Sozdar bal kişand ser taybetmendiyên şehîd Cîhan got: "Bi hestên xwe yên xurt ên li hember neteweperestiyê û bi cesaret xwe ya di xebatê de dihat naskirin. Ev rastiya wê bû. Di salên dirêj de  gav bi gav ev rastî nîşan da. "

Têkildarî sedemên hedefgirtina rojnamegeran ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, Sozdar destnîşan kir ku "Sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rojnamegeran hewldaneke ji bo veşartina rûyê xwe yên rastî û êrişên xwe yên hovane yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye."

Sozader bal kişand ser zîhniyeta dagirkeran û wiha got: "Ev ne cara yekem e ku em hovîtiya dewleta Tirk a dagirker li dijî rojnamegeran dibînin. Ev jî nîşan dide ku bîrdoziya dewleta Tirk a dagirker a li ser esasê kuştin û tunekirina destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, bi taybet destkeftiyên jinan di hemû qadên siyasî, aborî, dîplomatîk û leşkerî de. "

Sozdar soza berdewamkirina rêya rojnamegeriyê da û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em didin em ê rêya şehîdan bişopînin. Em ê rastiyan bi duristî û bawerî ragihînin, ji ber ku ev xet û biryara me ye. Em ê ji doza xwe venegerin, em li ser şopa şehîdên rojnamegerên jin ên mîna Gerbetellî Ersuz û Cîhan Bîlgîn in. "

Nûçegihanê Ajansa me (ANHA) li Helebê Mihemed Ebdo jî bal kişand ser dijminatiya dewleta Tirk a li destkeftiyên gelan û got “Bi destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî pêkhateyên ku ev şoreş lidar xistine dikin. "

Der barê rola rojnamegeran de jî Mihemed wiha got: "Ji ber vê yekê pêwîst bû ku rojnamevan sûcên dewleta Tirk a dagirker aşkera  bikin û berxwedana şervanan û daxwazên gelan ji raya giştî re ragihînin. "

Ebdo wiha got: “Ev hemû pêşketin û destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdan bi dest ketine û rojnamegeran bi rêya nûçeyan radigihînin, ne bi bewleta  Tirk a dagirer bû, lewma me dît di 19ê Kanûnê de bûyereke bi êş çêbû û hevalên me yên rojnamevan şehîd bûn."

Ebdo bi bîr xist ku heman bûyera beriya çend mehan li Başûrê Kurdistanê dubare bû, dema her du rojnamevanên bi navê Gulistan Tara û Hêro Behadîn ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin şehîdxistin.

Mihemed Ebdo  daxwaza hesab birsîna tawanbaran kir û got: "Em wek rojnamevan dixwazin dengê me bigihe raya giştî ya cîhanî û rayedarên pêwendîdar ên ku daxwaza azadiya rojnamevaniya cîhanî dikin, da ku berpirsên vê tawanê bên cezakirin. "

(k)

ANHA