Şedadî: Hevgirtin rêya avakirina civakeke demokratîk a hevgirtî ye

Şêniyên bajarê Şedadê bal kişand ser girîngiya hevgirtina pêkhateyên civakê û diyar kir ku hevgirtin rêya parastina ewlehî û aramiyê û têkbirina fitneyê ye.

Şedadî: Hevgirtin rêya avakirina civakeke demokratîk a hevgirtî ye
28 kanûn, 2024   03:10
HESEKÊ
XIDIR EL FEYAD

Dagirkeriya Tirk bi rêya şane û çeteyên xwe û bi rêbazên şerê taybet, nakokiyan di navbera pêkhateyên herêmê de derdixe, ji bo têkbirina aramiyê û têkbirina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk.

Li bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê, şêniyan diyar kir ku li dijî van fitneyan hevgirtî ne. Şêniyê bi navê Hesen El Muxlif bal kişand ser girîngiya hevgirtinê û wiha got: "Em wek xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her tim banga aştiyê dikin û daxwaza civakeke azad û hevgirtî ya Ereb, Kurd û Suryanan dikin, armanca me avakirina civakeke demokratîk e ku şer û pevçûnan derbas bike.”

Şêniyê bi navê Mihemed El Cumaa tekez kir ku xelkê herêmê der barê metirsiya fitneyên li dijî pirojeya Rêveberiya Xweser de agahdar e û got: "Em wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevgirtî û yekrêz in, tu cudahî di navbera pêkhateyên me de nîn e. Em hevgirtî ne û em bi hev re kar dikin ji bo parastina destkeftiyên xwe. "

HEVGIRTINA LI DIJÎ FITNEYÊ

Şêniyan diyar kir ku hevgirtina di navbera pêkhateyan de yekane rêya tunekirina fitneyê ye û her wiha daxwaza xurtkirina yekrêziyê û parastina rihê hevkariyê ji bo pêkanîna ewlekarî û aramiyê û avakirina civakeke demokratîk ji bo hemû pêkhateyan kir.

(k)

ANHA