ˈÇîrokên xiyanetê yên PDKˈê bi dawî nabinˈ

Welatiyên ji bajarê Çilaxa hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û got: “Çîrokên xiyanetê yên PDK’ê bi dawî nabin.”

ˈÇîrokên xiyanetê yên PDKˈê bi dawî nabinˈ
29 mijdar, 2024   09:05
QAMIŞLO

Welatiyên ji bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê tevkariya PDKˈê ya bi dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û çîrokên wê yên xiyanetê bi bîr anîn.

Fatme Silêman diyar kir ku  rola PDKˈê di her planeke li dijî gelê Kurd û destkeftiyên wê de heye û got: “PDKˈê amûrek di destê dewleta Tirk a dagirker de ye. PDKˈê ji bo parastina berjewendiyên xwe hem di aliyê lojîstîk de û hem jî di aliyê agahiyên îstixbaratî de destekê dide artêşa Tirk a dagirker û rê jê re vedike. "

Fatme Silêman wiha domand: “Tiştê ku PDK’ê li herêma Zapê kiriye dema erebeyên xwe ji bo rakirina leşkerên Tirk ên di çalakiyên gerîla de birîndar bibûn şandin, ne tiştekî nû ye. Ev kirin xelekek ji rêzezincîra xiyaneta wê ya domdar nîşan dide."

Hêzên Parastina Gel (HPG) di 30’ê Cotmeha borî de li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakiyek hewayî li dijî artêşa Tirk a dagirker pêk anî. Di encama çalakiyê de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin û 2 leşker birîndar bûn. Dîmenên erebeyên PDK’ê yên berê xwe didin cihê êrişê û birîndar û kuştiyên artêşa dagirker radikin, hatin parvekirin.

BERXWEDAN DIDOME

Fatme Silêman destnîşan kir ku çîrokên xiyanetê yên PDK’ê bi dawî nabin  û digihîjin 4 parçeyên Kurdistanê û got: “Tevî hemû hewldanan, dîsa jî berxwedana gelê Kurd didome. Em ê bi saya berxwedana gerîla ya li ser bingeha fikrên Rêber Abdullah Ocalan berxwedanê bidomînin. Xiyaneta wan a ji bo têkbirina têkoşîna me ya parastina hebûn û doza me bi ser nakeve.”

Xalid Sefok destnîşan kir ku xiyaneta PDK’ê li dijî Kurdan tenê sînordar nine, lê belê li dijî tevahî netewe û gelên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û got: “Xiyaneta wê li vir bi rêya amûra wê ENKS’ê ye. Li vir PDKˈê ya bi serkêşiya mala Barzanî tevkariyê bi dewleta Tirk a dagirker, ENKS û Îtîlafa Sûriyeyê re dike."

Sefûk bal kişand ser pêşwazîkirina serokê qaşo desteya dan û standinan û nûnerê çeteyên Sultan Murad Ehmed Osman a li Hewlêrê ji aliyê PDK’ê ve û wiha dom da axaftina xwe: "Pêşwazîkirina ew kesên ku hewl didin projeya me têk bibin, bi xwe xiyanet e. Zêdetirî pêşwazîkirinê, hêzên PDKˈê leşkerên Tirk ên ku di çalakiyên parastinê yên gerîla de birîndar bibûn, rakirin.  Ev jî ajantî û sîxurtî ye."

Xalid Sefok li dijî xiyaneta PDKˈê û  tevkariya bi dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û ENKS û Îtîlaf re banga yekitiyê li gelê Kurd kir û wiha got: "Evanan her timî ji bo yek armancê an ku ji bo qirkirina me dibin yek. Lê berxwedana me ya li hemberî xeta xiyanet û ajantiyê didome."

Welatiyê bi navê Mîlad El Akûb anî ziman ku tevkariya wan bi dijminan re karekî şerm e û got: " Ew bûne xencer di pişta doza kurdî û projeya neteweya demokratîk de. Gereke em hemû li hemberê bisekinin.”

El Akûb di dawiya axaftina xwe de ev peyam da "Em gelê herêmê bi tevahî pêkhateyên wê berxwedanê bidomînin û piştgiriya gerîlayên ku ji bo parastina hebûna me tê dikoşin, bikin. Em ê li hemberî çi kesên ku dijminahiya me dikin û li hemberî armancên me disekinin, şer bikin."

(mh/bb)

ANHA