ˋÇareserî di nirxandinên Rêbertî de neˊ

Şêniyên bajarê Qamişlo destnîşan kir ku pêkanîna hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re û derketina nirxandinên wî ji bo wan cihê mizgîniya xêrê ye.

ˋÇareserî di nirxandinên Rêbertî de neˊ
30 kanûn, 2024   09:16
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Şêniyên bajarê Qamişlo der barê hevdîtina vê dawiyê ya bi Rêber Abdullah Ocalan re ji hêla şandeya DEM Partî Perwîn Buldan û Sirri Sureyya Onder ve ji ajansa me re axivîn.

Şêniyê ji taxa Enteriyê Şerîf Hecî Mehmûd diyar kir ku hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan û nirxandinên ku ji aliyê wî ve derketine, ji bo wan weke mizgîniyeke xêrê bû û got: “Peyamên Rêber Apo li ser esasê aştîxwaziyê ne. Em li hêviya wê bûn. Aştiyê ji bo Kurdistanê û Rojhilata Navîn tevahî dixwaze. Azadiya gelê Kurdistanê bi azadiya gelê Tirk re dibîne. Rêber Apo amade ye erkê xwe yê mirovahî û welatparêziyê pêk bîne. Ev nirxandin ji bo gelê Kurd, Ereb, Tirk û Firsan jî gaveke pîroz e.”

Şêniya ji taxa Hilko Necah El Umer jî diyar kir ku ew bi şev û rojan li benda agahî û nirxandinên ji Rêber Abdullah Ocalan bûn, bi pêkanîna hevdîtinê pê re ew gelek kêfxweş bûn û wiha got: “Wê Rêber Apo me bi fikra xwe bighîne armanca ku em dixwazin. Em her li gorî felsefeya Rêberê xwe tev bigerin. Wê çareserî ji nirxandinên serokatî bên.”

Şêniya ji taxa Hilko Hêvîn Hesen destnîşan kir ku heta ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pergala îşkence û qirkirinê dewam bike, wê aştî li herêmê rû nede, kilîta aştiyê li Rojhilata Navîn di destê Rêber Abdullah Ocalan de ye û wiha got: “Serokê me tu ferq û cudahiyê naxe nava gelan. Em bi fikra Rêberê xwe re ne. Nirxandinên Rêbertî rast in, bi fikra wî îrade û hêviya me geş dibe. Çareseriyên ku Rêbertî datîne me ji zilm û zorê xilas dike. Aliyê ku fikra Rêbertî qebûl neke em ji bo xwe dijmin dibînin, ew dijminê gelan e.”

Şêniyê ji taxa Qidûrbeg Ridwan Reşîd jî got: “Daxwaza me dîtin û bihîstina dengê Rêbertî ye, baweriya me mezin e.”

(sb)

ANHA