Ciwanên Çelebiye dest bi parastinê kir

Ciwanên bajarê Çelebiye yê kantona Firatê ji bo piştgiriya QSD`ê û parastina destkeftiyên şoreşê, çek rakirin.

Ciwanên Çelebiye dest bi parastinê kir
30 kanûn, 2024   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 8`ê Kanûnê ve êrişên li dijî herêmê zêde kirin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li hember wan êrişan li ber xwe didın û bi dehan caran êrişên li ser bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê şikandin.

Li hember êrişên dewleta Tirk, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk seferberî ragihandibû. Di vê çarçoveyê de ciwanên bajarê Çelebiye yê kantona Firatê ji bo piştgiriya QSD`ê û parastina destkeftiyên şoreşê, derketin parastinê.

Ciwanan got ew dev ji gund, bajarok û welatê xwe bernadin û dê wan biparêzin.

(şx/k)

ANHA