Zêdetirî 70 birîndarên li Nexweşxaneya Xalid Fecir di xeteriyê de ne 

Êrişên berdewam ên komên çete li dijî taxa Şêxmeqsûdê û Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a Helebê gefan li jiyana zêdetirî 70 birîndarên êrişan dixwin.

Zêdetirî 70 birîndarên li Nexweşxaneya Xalid Fecir di xeteriyê de ne 
9 ÇILE, 2026   23:02
HELEB

Nexweşxaneya Xalif Fecir a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê gelek caran hat topbarankirin, ew yek gefan rasterast li jiyana zêdetirî 70 birîndarên êrişên çeteyan dixwazin.

Çavkaniyên tibî daxuyand ku ji danê nîvro ve êriş zêde û dijwar bûne, bi taybet li dijî nexweşxaneyê, tenê îro 5 caran hatiye topbarankirin. Bi wê re, li gel birîndaran û nexweşan, nexweşxane ji xizmetê derket.

Ji duh ve kehrebe û mazot ji ber êrişan li nexweşxaneyê qut bûye, wê jî karê tîmên tibî zehmet û asteng kiriye.

Di nexweşxaneyê de cenazeyên 3 şehîdên êrişên çeteyan hene; Edan Arif Osman, Elî Henîf Osman û Oriya Ebdulhenan Horo.

(fr)