Li Dêrazorê çekdaran êrişî nuqteyek QSDˊê kir

QSDˊê diyar kir ku çekdarên nenas ji aliyê çemê Firatê yê di bin kontrola hêzên hikumeta demkî ye nuqteyek wan li gundewarê rojhilatê Dêrazorê hedef girt.

Li Dêrazorê çekdaran êrişî nuqteyek QSDˊê kir
9 ÇILE, 2026   22:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku "Saet 17.00ˊan vê êvarê çekdarên nenas ji aliyê din ê çemê Firatê yê di bin deverên hikumeta demkî de nuqteyek me li nêzî bajarê Hecînê yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê hedef girt.

Êrişkaran bi RPG êriş kir, lê tu birîndarî çênebûn, tenê zirarên madî bûn.

Hêzên me amade ye bersiva her gefekê bide û tedbîrên xwe yên guncaw ên parastina nuqteyên leşkerî, ewlehî û aramiya herêmê girtine."

(fr)