Zarokek ji ber teqîna mayînê birîndar bû

Li Til Temirê zarokek ji ber teqîna mayîna çeteyan birîndar bû.

Zarokek ji ber teqîna mayînê birîndar bû
22 gulan, 2024   11:07
HESEKÊ

Li gundê Mezriyê yê bakurê bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê ji ber teqîna mayînekê ya bermahiyên çeteyan, zarokê bi navê Elî Mihemed Xilêf ê 14 salî birîndar bû.

Elî Mihemed birin Nexweşxaneya Zawsîng a bajarê Til Temirê. Li gorî bijîşkan, Elî ji zendê xwe yê rastê û lingê xwe yê rastê ve birîndar bûye, piştî mudaxleya lezgîn rewşa wî aram bûye. (bb)

ANHA