PDK "Yekîneya Parêzvanên Sînor ên Iraqê" li dijî gerîla perwerde dike
Lîsteya hêza PDK'ê ku di bin navê Yekîneya parêzvanên Sînor ên Iraqê de li dijî gerîla perwerde dike, aşkera bû.
Piştî ku dîmenekî merasîma leşkerî ya li bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê li ser medya dîjîtal hate weşandin û nîqaşê li ser dest pê kir, hin agahiyên berfireh jî şênber bûn. Li herêma ku di bin kontrola PDK'ê de ye, dîmen bi telefona destan hatiye qeydkirin. Xuya ye dîmen piştî dewreyeke perwerdeya leşkerî hatiye kişandin. Li navenda bajarê Zaxoyê weke pêşandaneke hêzê ye. Hate hînbûn, hêza navborî ew hêza PDK'ê ye ku di bin navê Yekîneya Parêzvanên Sînor ên Iraqê de ji bo bişîne Herêmên Parastinê yên Medyayê perwerde kiriye. ANF'ê xwe gihand lîsteya navê endamên vê hêza hatiye perwerdekirin.
Li gorî agahiyan, hêza ku li navenda bajarê Zaxoyê bi dirûşman meşiya, li hin deverên herêmê hatin perwerdekirin. Ev rewş jî xelkê herêmê dixe nava fikar û gumanan. Hate ragihandin ku di çarçoveya perwerdeya vê hêzê de beriya niha li hin qadên bejahî ketin merasîma leşkerî. Lê cara yekê ye ku li navenda bajêr hate gerandin.
NAVÊN WAN HATIN BIDESTXISTIN
Her wiha li gorî agahiyan, PDK ji bo vê hêzê di bin navê Yekîneya Parêzvanên Sînor ên Iraqê de kom bike, di serî de Zaxo li gelek deveran kar kiriye. ANF'ê lîsteya navê vê hêzê ku PDK di bin navê Yekîneya Parêzvanên Sînor ên Iraqê, li dijî gerîla perwerde dike, bi dest xist. Di lîsteyê de nav, paşnav, roja serlêdanê, hêza ku bi ser ve girêdayî ya endamên vê hêzê hene. Di lîsteyê de navê 360 kesî hene.
PDK HÊZÊ KOM DIKE
Li gorî agahiyan, ev hêz ji hêza taybet a PDK'ê, Zerevanî, hêzên Gulan ên ser bi Mesrûr Barzanî pêk tê. Her wiha tê gotin, PDK di bin navê Yekîneya Parêzvaniya Sînor ên Iraqê de hêzê kom dike. Hate ragihandin ku di berdêla pereyekî de hîn jî endamên nû li vê hêzê têne zêdekirin. Her wiha yên ku perwerdeyê temam dikin jî piraniya wan ber bi herêmên Dihok û Amediyê ve têne şandin.