YRA û YRJ: Êrişên dewleta Tirk nikarin dengê me qut bikin

YRA, YRJ û Komeleya Mafên Mirovan a Kantona Cizîrê di nameya xwe ya ji bo Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî de diyar kirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker nikarin dengê heqîqetê bibirin û xwest der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û hedefgirtina rojnamevanan de lêpirsîn were vekirin.

 YRA û YRJ: Êrişên dewleta Tirk nikarin dengê me qut bikin
 YRA û YRJ: Êrişên dewleta Tirk nikarin dengê me qut bikin
 YRA û YRJ: Êrişên dewleta Tirk nikarin dengê me qut bikin
 YRA û YRJ: Êrişên dewleta Tirk nikarin dengê me qut bikin
 YRA û YRJ: Êrişên dewleta Tirk nikarin dengê me qut bikin
 YRA û YRJ: Êrişên dewleta Tirk nikarin dengê me qut bikin
18 sibat, 2025   13:10
QAMIŞLO

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA), Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) û Komeleya Mafên Mirovan a kantona Cizîrê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û êrişên li dijî rojnamevanan çalakiyek li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Qamişloyê li dar xist. Bi dehan rojnamevan, xebatkarên çapemeniya azad û hiqûqnas beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de berdevka YRJ’ê Arîn Siwêd axivî û diyar kir ku hemû rojnamevanên li vir di ragihandina dengê vê şoreşê û vîna berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji raya giştî ya cîhanê, xwedî roleke diyarker bûn.

Arîn bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rojnamevanan jî û wiha dom da axaftina xwe: "Ev rojnamevan bûn dengê heqîqetê. Lê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê derdewam kirin, di van demên dawî de bi zanebûn êrişî rojnamevanan hate kirin û di encamê de rojnamevan Egîd Roj, Cîhan Bîlgîn û Nazim Deştan li bendava Tişrînê şehîd bûn."

Arîn Swêd diyar kir rojnamvan ji bo ku rastiyan ragihînin çûn wê herêmê, "Lê belê bi polîtîkayên qirêj xwestin rojnamevanan bêdeng bikin. Bi vê çalakiyê me xwest em helwesta xwe nîşan bidin û van êrişan şermezar bikin. "

Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan a kantona Cizîrê Evîn Cuma jî li ser mijarê diyar kir ku li herêma Rojhilata Navîn sûc li dijî rojnamevan û çapemeniyê tên kirin û azadiya derbirînê di tengasiyekê de ye.

Evîn Cûma destnîşan kir sûcdar nayên cezakirin û ev jî dibe sedem ku hîn zêdetir sûcan pêk bînin.

Evîn Cûma der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jî diyar kir ku li Sûriyeyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê wê bi taybetî rojnamevan rasteraste tên hedefkirin û gef li dehan rojnamevanan hatiye xwarin ku bûyerên li herêmê neşopînin û deng û wijdanê mirovahiyê bibirin. Evîn anî ziman ku bi van sûc û êrişan dixwazin dengê heqîqetê bibirînin.

Evîn Cuma êrişên li dijî rojnamevanan şermezar kir û xwest li gorî qanûnên navneteweyî sûc werin rawestandin û sûcdar di dadgehên navneteweyî de werin darizandin.

Evîn Cuma di dewama axaftina xwe de diyar kir ku ji sala 2014’an ve zêdetirî 31 rojnamevan di êrişan de hatin qetilkirin, ji wan 17 di êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûne. Her wiha bi bîr xist ku di çend mehên dawîn de 3 rojnamevan li bendava Tişrînê şehîd bûne û 9 jî birîndar bûne.

Piştî axaftinan li ser navê YRA, YRJ û Komeleya Mafên Mirovan a Kantona Cizîrê nameyek ji Komîseriya Neteweyên Yekbûyî re hat şandin.

Di naveroka nameyê de wiha tê gotin:

"Dewleta Tirk a dagirker sûcên şer û yên dermirovî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Dewleta Tirk a dagirker di demên dawîn de, bi taybetî piştî dagirkirina Minbicê û destpêkirina şerê li Bendava Tişrînê hedefgirtina sivîlan, ekîbên tenduristiyê û rojnamevanan zêde kirine. Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji destpêka şerê li dijî DAIŞ’ê ya terorîst û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sûriyeyê ve 31 rojnamevanan jiyana xwe ji dest da, ji wan 17 di êrişên bi balafirên bêmirov an jî yên biçek ên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da.

Dewleta Tirk êrişên xwe li ser rojnamevanan ranewestiyandine. Ji destpêka hilweşîna rejîma Baasê ya çewsîner û zêdebûna êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî li ser Bendava Tişrînê û gundên derdora wê ve, gelek rojnamevanên ku bûyerên li Bendava Tişrînê dişopandin, hatin hedefkirin. Ji 19’ê Kanûna 2024’an heya 15’ê Sibata 2025’an, 3 rojnamevanan ji ber êrişên hewayî jiyana xwe ji dest da û 9 rojnamevan jî birîndar bûn. Her wiha dewleta Tirk li ser medyaya dîjîtal gefa qetilkirinê li hin rojnamevanan xwar.

Binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî qanûnên mirovî yên navneteweyî ne. Li gorî Peymana Cinêv 4 sûcên şer û yên dermirovî ne. Li gorî Lihevkirina Romayê ya Dadgeha Cezayan a Navneteweyî ya 1998’an ji ber van sûcan divê were darizandin. Ev sûc tev, li pêşiya çavê civata navneteweyî tên kirin, lê tu helwest nayê nîşandan.

Li ser vê yekê em bang li dozgerê giştî yê Dadgeha Cezayan a Navneteweyî dikin ku li gorî Lihevkirina Romayê û sîstema exlaqî ya dadgehê erkê xwe bi cih bîne, têkildarî tevahî sûcên ku Tirkiye li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, bi taybetî sûcên li dijî rojnamevanan, demildest dest bi lêpirsînê bike.

Her wiha em bang li civata navneteweyî bi tevahî saziyên wê yên têkildarî mafên mirovan, rêxistinên navneteweyî yên têkildarî parastina mafên rojnamevanan dikin ku erkên xwe yên qanûnî û exlaqî pêk bînin, bi hemû rêbazan zextê li hikumetên dewletên Konseya Ewlehiyê, bi taybet dewleta Tirk, bikin da ku êrişên xwe li ser van herêman rawestîne. Sûcên ku dewleta Tirk dike, ne tenê ewlehiya Sûriyeyê, di heman demê de ewlehî û aştiya navneteweyî dixe metirsiyê.

Em bêdengiya Navneteweyî ya li hemberî êrişên Tirkiye û hedefgirtina rojnamevnan wekî tevkariya binpêkirinan dibînin. Dem hatiye ku li hemberî Tirkiye û binpêkirinên wê helwesteke tund were nîşandan."

(bb)

ANHA