Şehîd Osman Dadelî li ser gora xwe hat bibîranîn

Ji damezirînerên PYD’ê mamoste Osman Dadelî ku sala 2008’an di encama îşkenceya rejîma Baasê de şehîd bû, li ser gora xwe ya li gundê Dadelî yê Kobanê hat bîranîn.

18 sibat, 2025   13:45
KOBANÊ

18’ê Sibata 2008’an ji rêveber û damezirînerên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) mamoste Osman Dadelî ji ber îşkenceya rejîma Baasê şehîd bû. Bi boneya salvegera şehadeta wî, îro merasîmek li ser gora wî ya li gundê Dadelî yê bajarê Kobanê hat lidarxistin. Xelkê bajarê Kobanê, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî beşdarî merasîmê bûn.

Di bîranînê de hevserokê MeclisaTevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Kantona Firatê Enwer Muslim, mamoste Osman bi bîr anî û destnîşan kir ku şehîd Osman Dadelî bi fedakariyeke herî mezin ji bo welatê xwe tê koşiya û axaftina xwe wiha dom kir: “Her sal li vê derê em mamoste Osman bi bîr tînin. Ji ber ku mamoste Osman kesayetekî navdar û welatparêz bû. Mamoste Osman her tim di jiyana xwe de behsa xwişk û biratiya gelan dikir, di şexsê mamoste Osman de ev yek hebû. Mamoste Osman di salên 1970`yî de tê koşiya ji bo demokrasiya Sûriyeyê.”

Enwer Muslim di dawiyê de got: “Em soz didin şehîdên xwe ku em ê layîqî keda wan bin. Em ê xeta wan heta azadiyê bişopînin.”

Li ser navê malbata mamoste Osman, Omer Silêman jî bixêrhatina hemû kesên hazir kir. Omer Silêman got: “Gelê me bi têkoşîn û berxwedana xwe her tim li hember dijmin tê koşiya û tu carî desthilatdariya dijmin qebûl nedikir, her tim serî li hember dagirkeriyê hildan. Divê em jî xwedî li şehîdên xwe derkevin û asta têkoşînê bilind bikin.”

Merasîm bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

(sş/bb)

ANHA