YPJ`ê jidayikbûna Rêber Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina xwe pîroz kir

Şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li Kobaniyê salvegera 13emîn a damezrandina YPJ`ê û jidayikbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kirin.

YPJ`ê jidayikbûna Rêber Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina xwe pîroz kir
YPJ`ê jidayikbûna Rêber Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina xwe pîroz kir
YPJ`ê jidayikbûna Rêber Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina xwe pîroz kir
YPJ`ê jidayikbûna Rêber Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina xwe pîroz kir
YPJ`ê jidayikbûna Rêber Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina xwe pîroz kir
YPJ`ê jidayikbûna Rêber Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina xwe pîroz kir
4 nîsan, 2026   19:18
KOBANÊ

Îro, şervanên YPJ`ê ji bo pîrozkirina salvegera 13emîn a damezrandina YPJ`ê û jidayikbûna Rêber Abdullah Ocalan berê xwe dan Girê Miştenûrê li Kobaniyê. Şervanan rêber Abdullah Ocalan pîroz bilind kirin û dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rêber!" û "Bijî berxwedana jinan!" qîr kirin.

Dema ku gihîştin Girê Miştenûr, şervanan di nav tilîliyan û dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe!" de dar çandin. Piştre, ji fermandarên YPJ`ê, Dilbrîn Kobanî li Kobaniyê axivî û 4ê Nîsanê li hemû şervanan, şehîdan, malbatên wan û gelê Kurd pîroz kir.

dilbirîn destnîşan kir ku ev roj du bûyerên girîng bi hev re tîne: damezrandina YPJ û jidayikbûna rêber Abdullah Ocalan, ku xalek werçerxê ya dîrokî nîşan da û bû çirayek ku rêya mirovahiyê ronî kir.

Dilbirîn zêde kir ku rêber Ocalan ne tenê rewşenbîr an fîlozof e, lê belê xwediyê ramana azad a gerdûnî ye. Ji ber vê yekê, mirov berê xwe didin felsefeya wî û wê dipejirînin.

Piştî ku axaftin bi dawî bû, şervanên jin govend gerandin.

(k)