Trump ji bo îmzekirina rêkeftinekê û vekirina Tengava Hurmuzê 48 saet da Îranê

Trump ji bo gihîştina rêkeftinekê û vekirina Tengava Hurmuzê, 48 demjimêr ji bo Îranê da, di rewşa redkirinê de gef li Îranê xwar ku wê şerekî leşkerî yê berfirehtir bike.

Trump ji bo îmzekirina rêkeftinekê û vekirina Tengava Hurmuzê 48 saet da Îranê
4 nîsan, 2026   19:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi bîr xist ku 48 saet da Îranê ku rêkeftinekê ji bo rawestandina şer pêk bîne û hişyarî da ku eger neke, dê Îran  bibe "dojeh" re.

Trump li ser platforma xwe ya Truth Social nivîsand: "Hûn ji bîr dikin dema ku min 10 roj dem da Îranê ku peymanekê çêbike an jî Tengava Hurmuzê veke? Dem diqede, tenê 48 saet mane berî ku dojeh bi ser wan de bê!"

26'ê Adarê, Trump 10 roj dem da Tehranê da ku Tengava Hurmuzê ji nû ve veke. Serokê DYA`ê wekî "Duşem, 6'ê Nîsanê, saet 8:00'ê êvarê bi dema Washingtonê" destnîşan kir.

Trump gef li Îranê xwar ku ger Tengava Hurmuz girtî bimîne, ew ê santralên elektrîkê yên li Îranê wêran bike.

3 çavkaniyên agahdar gotin ku raporên îstîxbarata DYA`ê yên vê dawiyê hişyarî dane ku îhtîmaleke mezin nîne ku Îran di demek nêzîk de Tengava Hurmuzê veke, ji ber ku girtina wê bandorê li cîhanê tevî dike ku weke qaxezeke fişarê li dijî DYA'ê ye.

Li gorî ajansê, ev yek nîşan dide ku dibe Tehran Tengava Hurmuz bi awayekî bandor girtî bihêle, her wiha bihayên enerjiyê bilind bihêle, wekî yek ji rêyên zextê li Serok Trump bike da ku zû dawî li şer bîne.

 (ac)

ANHA