YPGˈê şehîd Egîd Efrîn bi rêzdarî bibîr anî

YPGˈê şervanê xwe Egîd Efrîn bi bîr anî û diyar kir ku "Hevrêyê me Egîd Efrîn bi sekna xwe ya dilsoz û bi biryar, bi tevlîbûna xwe ya fedakar, bi coş û kedkar sekna milîtaniya bi mînak nîşan da."

YPGˈê şehîd Egîd Efrîn bi rêzdarî bibîr anî
1 kanûn, 2024   15:02
NAVNDDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPGˈê der barê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Hevrêyê me Egîd Efrîn ku li bajarê Helebê dema bi erka xwe radibû û li dijî êrişên dagirkeriyê di nava têkoşîneke fedaî de bû, di 30’ê Mijdara 2024’an de di encama nexweşiyeke giran de şehîd bû.

Tevî ku hevrêyên wî bi hemû derfetên xwe mudaxele kirin jî nekarîn pêşî li nexweşiya hevrê Egîd Efrîn bigirin. Em sersaxiyê ji malbata hevrêyê me Egîd ya hêja û gelê me yê welatparêz re dixwazin.

Gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ku bi salan berdêl û kedeke mezin daye, li beramberê wê şoreşa azadiyê pêk aniye û gihiştiye jiyana azad a ku bi sedsalane hesreta wê dijiye. Hevrêyê me Egîd Efrîn ji nav malbateke ku bi welatparêziya xwe ve dihat nasîn bû. Ew bi xwe jî zewicî û zarokên xwe hebûn. Hevalê me Egîd mîna her welatparêzek bi rûmet ê Rojava, xwe berpirsyarê parastina şoreşê dît û ji bo parastina destkeftiyên gelê me li dijî hemû êrîşên dijmirovahiyê bi awayekî aktîf beşdarî şer û berxwedana YPG’ê bû.

Hevrêyê me Egîd Efrîn bi sekna xwe ya dilsoz û bi biryar, bi tevlîbûna xwe ya fedakar, bi coş û kedkar sekna milîtaniya bi mînak nîşan da. Em di şexsê hevrêyê xwe Egîd Efrîn de hemû şehîdên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin. "

Agahiyên der barê nasnameya şehîd de wiha ne:

Nasnav: Egîd Efrîn

Nav û Paşnav: Kemal Ehmed

Navê Dayikê: Siltan

Navê Bav: Ehmed

Cihê ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb / 30’ê Mijdara 2024.

(bb)