Jinên li Dêrazorê piştgirî da berxwedana jinên li Bakurê Kurdistanê

Li kantona Dêrazorê bi dehan jin li dijî biryara waliyê Amedê ya qedexekirina dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" çalakiyek li dar xist.

Jinên li Dêrazorê piştgirî da berxwedana jinên li Bakurê Kurdistanê
Jinên li Dêrazorê piştgirî da berxwedana jinên li Bakurê Kurdistanê
Jinên li Dêrazorê piştgirî da berxwedana jinên li Bakurê Kurdistanê
Jinên li Dêrazorê piştgirî da berxwedana jinên li Bakurê Kurdistanê
1 kanûn, 2024   14:41
DÊRAZOR

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya a Dêrazorê li dijî biryara waliyê Amedê ya qedexekirina dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” qedexe kir, çalakiyek li dar xist.

Bi dehan jinên ku beşdarî çalakiyê bibûn pankartên bi zimanên kurdî û erebî  yên bi nivîsên "Jin, Jiyan, Azadî" vekirin. Jinan nerazîbûn nîşanî biryarê da û piştgiriya xwe bi berxwedana jinên li Bakurê Kurdistanê nîşan da.

(bb)

ANHA