Y.J.Ê.R: Şoreşa 19ˊê Tîrmehê encama hevgirtina pêkhateyan e
Y.J.Ê.R diyar kir ku Şoreşa 19ˊê Tîrmehê destpêkeke dîrokî ya ber bi pêkanîna demokrasî, wekhevî û edaletê li Rojhilata Navîn bû û got: "Şoreş encama hevgirtina pêkhateyan bû."
![Y.J.Ê.R: Şoreşa 19ˊê Tîrmehê encama hevgirtina pêkhateyan e](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202407/image_870x_66997e8b40890.jpg)
Bi boneya salvegera destpêkirina Şoreşa 19ˊê Tîrmehê Yekitiya Jinên Êzidiyên Rojava (Y.J.Ê.R) daxuyaniyek da.
Y.J.Ê.R di destpêka daxuyaniya xwe de salvegera şoreşê li Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û ev tişt hat gotin: "Bi saya fikir û felsefeya Rêbertî pêkhate û gel li ser rêya azadiyê bûn yek û şoreşa xwe ya ber bi demokrasiyê ve lidar xist."
Y.J.Ê.R di daxuyaniya xwe de şehîdên Şoreşê bi bîr anîn û şervan silav kir û wiha hate gotin: "Şervan li ser soza xwe ya daye şehîdan e û di oxira parastina vî gelî de tê dikoşin."
Her wiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Şoreşa 19ˊê Tîrmehê destpêkeke dîrokî ya ber bi pêkanîna demokrasî, wekhevî û edaletê li Rojhilata Navîn bû û hevgirtina pêkhateyan li ser bingeha azadî û rûmetê bû.
Y.J.Ê.R diyar kir ku ew bi vîna şoreşgeran bawer e û dikarin li hember tevahî siyasetên li dijî gelên Rojava bisekinin, tevahî planên li dijî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têk bibin.
Y.J.Ê.R di dawiyê de got parastina destkeftiyên şoreşê erk û berpirsiyariya tevahî keç û xortên Rojava ye.
(fr)