Yekitiyên çandî û rewşenbîrî piştgirî da hewldanên yekitiya neteweyî

Yekitiyên çandî û rewşenbîrî piştgirî da hewldanên yekitiya neteweyî ya kurdî û ji bo lidarxistina kongreyeke neteweyî li ser asta Sûriyeyê, bang kir.

Yekitiyên çandî û rewşenbîrî piştgirî da hewldanên yekitiya neteweyî
18 ÇILE, 2025   13:20
QAMIŞLO

Yekitiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê, Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyeyê, Yekitiya Rewşenbîran Herêma Cizîrê û Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi daxuyaniyeke hevbeş piştgiriya xwe bi serdana fermandarê QSDˈê Mezlûm Ebdî ya li Başûrê Kurdistanê û hevdîtina wî ya li gel serokê PDKˈê Mesûd Barzanî re nîşan da.

Daxuyanî li Baxçeyê Xwendinê yê li Qamişloyê hate dayîn. Endemê Desteya Rêveber a Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyeyê Qadir Egîd bi zimanê kurdî û endamê Yekitiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê Hikmet Îbrahîm bi zimanê erebî daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Wek hemû gelê xwe, me jî bi kêfxweşî û bi hêvî serdana girîng a fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) general Mazlûm Ebdî ya Herêma Başûrê Kurdistanê li ser vexwendina fermî ya serok kak Mesûd Barzanî şopand.

Ev serdan di nava şert û mercên gelek hestiyar de ku Sûriye bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî tê de derbas dibin de pêk tê, li gel berdewamiya êrîşên li dijî destkeftiyên gelê me, bi taybetî metirsiya li ser bajarê Kobanî, Bi hemû sembolên xwe yên kurdî û cîhanî...

Ji bilî vê yekê, em spasiya hewldanên jidil ên hin dostên Rojavayî ji bo yekkirina helwest, axaftin û daxwazên Kurdan dikin, ku di vê qonaxa dîrokî ya girîng de, piştî Peymana Lozanê ya xerab ji bo doza gelê me xebatê dikin. Ev hewldan roj bi roj tên berhevkirin ji bo ku gelê me û serkirdeyên xwe yên siyasî karibin roleke sereke di pêkanîna daxwazên rewa yên gelê me de, û misogerkirina tevlîbûna wan di destûra Sûriyê ya nû de weke dewleteke fedral û navendî bilîzin.

Ev serdan encam û pîrozkirina van xebatên hêja bû. Di vê çarçoveyê de em weke nûnerên yekîtiyên çandî û kesên ku li jêr îmze kirine banga piştgirî û xurtkirina van gavên erênî dikin.  Em tekeziyê li ser giringiya xebatên lidarxistina kongireke neteweyî, kurdî, giştî, û berfireh dikin, ku hemû aliyên tevgera siyasî, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, saziyên çandî û mafên mirovan û kesayetiyên neteweyî yên çalak tê de beşdar bibin. Bi rêya vî kongirî, em hewl didin ku lêvegereke Kurdî ya yekgirtî pêk bînin ta daxwazên rewa yên gelê me li Rojavayê Kurdistanê li ser maseya danûstandinên paşerojê, çi di çarçoveya Kongira Niştîmanî ya Sûriyê ya dahatû de, û çi bi her aliyekî siyasî re li hundir û çi li derveyê Sûriyê, deynin ser maseya danûstandinan de.

Di heman demê de em piştgiriya xwe ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di şerên qehremanî yê li dijî komên çete yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên destekkirin, piştrast dikin. Her wiha em bang li civaka navdewletî û hêzên çalak dikin ku tedbîrên lezgîn bigirin, ji bo rawestandina vê destdirêjiyê, bi awayekî ku ewlekarî û aştiya gelê me yê Kurd, wek hemû pêkhateyên welatê Sûriyeyê misoger bike.”

(bb)