Bîlançoya duh: 17 çete hatin kuştin, 5 erebe hatin îmhakirin

Di çalakiyên duh ên QSDˈê yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de 17 çete hatin kuştin, 4 jê leşkerên Tirk, 21 çeteyên din birîndar bûn, her wiha 5 wesayîtên leşkerî yên çeteyan hatin rûxandin.

Bîlançoya duh: 17 çete hatin kuştin, 5 erebe hatin îmhakirin
18 ÇILE, 2025   12:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSDˈê bi daxuyaniyekê bîlançoya duh (În) a êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li gundewarên Minbicê û çalakiyên şervanan ên li dijî êrişan aşkera kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:  

"Hêzên me li tevahî eniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedana xwe ya di çarçoveya mafê parastina rewa de ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker didomînin.

Duh di saetên sibehê de, dewleta Tirk a dagirker bi obîsên giran derdora Bendava Tişrînê û gundên nêzî wê topbaran kirin. Saet di 13.30ˈan de jî çeteyan li eniya gundê Etşana û girê li pêşiya gundê Xirbe Zemala êriş pêk anîn. Şervanên me bersiva êrişê dan û li erebeyek wan da, li ser vê yekê çete neçar man ji qadê vekişin. Di heman wextî de artêşa Tirk a dagirker herêm bi obîsên giran bi dijwarî topbaran kir. Topbaran bi saetan an ku heya reva çeyan dewam kir.

Şervanên me li eniya bajarokê Ebû Qelqel çalakiyeke bi bandor li dar xist. Yekîneyên Şehîd Harûn jî li kombûnên çete û wesayîtên wan xist. Di encama vê çalakiyê de 17 çete hatin kuştin, her wiha 4 jê leşkerên Tirk ên dagirker 21 çeteyên din jî birîndar bûn. 3 wesayîtên zirxî yên çeteyan hatin îmhakirin. Di dema çalakiyê de liv û tevgereke mezin a balafirên bê mirov li ser herêmê hebû. Di çalakiyê de şervanekî me şehîd bû.

Li eniya Dêr Hafirê jî liv û tevgera dronên dewleta Tirk a dagirker hebû. Di eniyê Yekîneyên Şehîd Harûn li erebeyeke leşkerî ya çeteyan xist û erebe îmha kir. Çeteyan bi du balafirên xwekujî êrişî nuqteyên şervanên me kirin, lê tu zerar çênebûn."

(bb)