Yekitiya Ajokaran 60 otobus şandin Helebê

Yekitiya Ajokaran a Reqayê ji bo bicihanîna banga şênî û xwendekarên li Helebê 60 otobus şandin Helebê da ku wan bîne herêmên ewle.

Yekitiya Ajokaran 60 otobus şandin Helebê
Yekitiya Ajokaran 60 otobus şandin Helebê
Yekitiya Ajokaran 60 otobus şandin Helebê
Yekitiya Ajokaran 60 otobus şandin Helebê
Yekitiya Ajokaran 60 otobus şandin Helebê
Yekitiya Ajokaran 60 otobus şandin Helebê
29 mijdar, 2024   15:39
REQA

Ev 3 roj e çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker êriş gundewarên Helebê dike û bi dehan gund û bajarok kontrol kirin.

Li gorî agahiyan, di êrişa çeteyan a li ser wargeheke xwendekarên Zanîngeha Helebê de 4 xwendekar hatin kuştin û hinek jî birîndar bûn.

Li ser banga xwendekaran û şêniyên li Helebê, Yekitiya Ajokaran a Kantona Reqayê 60 otobus ber bi Helebê ve bi rê kirin. Wek beşa yekemîn 45 kes bi rêya otobusan ji Helebê gihaştin Reqayê.

Hevserokê Yekitiya Ajokaran a Reqayê Wedah El Cerîcb der barê mijarê de ev agahî dan ajansa me: "Li ser banga xwendekaran me yekser otobus amade kirin. Me 60 otobus ji Reqa, Sehel û Mensûrayê ji bo anîna xwendekar û şêniyan şandin Helebê. Otobus saet 02:00ˈan ji Reqayê derketin û niha li geraca Şear a bajarê Helebê ne."

Wedah El Cerîcb diyar kir ku ji bo vegera li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hemahengî di navbera wan û xwendekar û şêniyên li Helebê de heye.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî bang li tevahî saziyên xwe kir ku derbasbûna şêniyên ji Helebê tên, hêsan bikin.

(bb)

ANHA