Li peravên Yewnanistanê 4 cenaze hatin dîtin

Li peravên girava Samosê ya Yewnanistanê cenazeyên 4 penaberan hatin dîtin.

Li peravên Yewnanistanê 4 cenaze hatin dîtin
29 mijdar, 2024   15:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîneyên Ewlehiya Peravên Yewnanistanê ragihand ku keştiyeke penaberan duh li Deryaya Egeyê noqî avê bûye û di encamê de 4 penaberan jiyana xwe ji dest daye.

Ewlehiya Peravan diyar kir ku cenazeyên penaberan li peravên girava Samosê hatin rakirin. Her wiha diyar kir ku 16 penaberên di heman keştiyê de hatin rizgarkirin û xebatên lêgerînê li yên din didomin.

Medyayên xwecih jî diyar kir ku cenaze yên 2 zarok û 2 jinan in.

(bb)