YEˊyê alîkariya bi miqdara 50 milyar euro bo Ukraynayê erê kir

Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel got dewletên endam der barê alîkariyên nû bo Ukraynayê bi miqdara 50 milyar euro li hev kir.

YEˊyê alîkariya bi miqdara 50 milyar euro bo Ukraynayê erê kir
1 sibat, 2024   22:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Charles Michel li ser Xˊê diyar kir ku ev gav bo Ukraynayê fînanseyeke sabit û demdirêj dabîn dike û destnîşan kir ku pakêta zêde dê beşek ji budceya YEˊyê be. 

Li gorî lihevkirinê û ajanseke Almanyayê, serekên Ewropî dê salane li ser pêkanîna fînansekirina Ukraynayê, ku çar salên pêş de vedihewîne, nîqaş bikin.

(fr)