Xeznewî: Bikaranîna olê ji bo berjewendiyên desthilatê li dijî nirxên îslamê ye

Şêx Murşîd Xeznewî diyar kir ku bikaranîna olê ji bo berjewendiyên desthilatê yên mezhebperestiyê, li dijî nirxên mirovan û exlaqê rastîn ê îslamê ye û li dijî yekitî û hevgirtina neteweyî ye.

Xeznewî: Bikaranîna olê ji bo berjewendiyên desthilatê li dijî nirxên îslamê ye
22 tîrmeh, 2025   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN
EHMED SEMÎR

Derdorên civakî û olî, der barê hin diyardeyên ku dûrî nirxên civaka Sûriyeyê ne, nerazîbûn nîşan dan. Bi taybet kiryarên mîna bêrêziya li hember pîroziyan û sembolan û bikaranîna têgehên dûrî çanda gelê Sûriyeyê.

Di bûyerên dê dawiyê yên li hin deverên Sûriyeyê qewimîn de, hin diyarde û kiryarên li dijî mirovahiyê bi navê ol û mezheban hatin kirin. Sivîl hatin kuştin, mal hatin şewitandin û talankirin û bêrêzî li çand û pîroziya civakan hate kirin.

Şêx Murşîd Maşûq Xeznewî diyar kir ev kiryar û diyarde cihê mixabiniyê ne û dûrî nirxên îslamê û yên mirovahiyê ne. Xeznewî her wiha got: "Tiştê tên kirin, cihê xemgînî û mixabiniyê ne, mirov li ser destên zaliman êşan dikişînin, komên ku ji ol û exlaqê dûr ketine, fitneyê belav dikin.”

Der barê tiştên ku li Sûriyeyê diqewimin Xeznewî bal kişand ser bûyerên li Swêdayê û gundewarên wê li dijî Durziyan qewimîn û tekez kir ku ev kiryar tu têkiliya wan bi îslamê re tune ne, lê "kiryar û tevgerên çeteyên terorîst in" ku dixwazin rêz û rûmeta mirovan bişikînin û da zanîn ku ev tişt li dijî hemû nirxên mirovan e.

Xeznewî destnîşan kir ku kuştina sîstematîk, îşkence û bêrêzî li dijî rêgezên îslamê ne. Îslam hatiye ji bo parastina can û rûmeta kesan, di îslamê de êrişa li dijî kesên bêguneh û bêrêziya li cenazeyan, tiştekî heram e. Xeznewî got îslam banga rêzgirtina li rûmeta mirovan dike, bêyî cudahiya nîjad, ol û mezheban.

Xeznewî di vê derbarê de gotinên pêxember Muhemmed bi bîr xist ku dibêje "Kî bêrêziya li birayê xwe yê misilman bike, wekî ku roja qiyametê bêrêziyê li Xwedê bike", her wiha destnîşan kir ku ew ên rê li ber van kiryaran nagirin ew jî hevparên sûc in.

Xeznewî xwest li hember kesên ku olê ji bo brjewendiyên desthiatdarî yan mezhebî bi kar tînin, helwest were nîşandan, her wiha daxwaza aşkerakirina reftar û kiryarên li dijî exlaqên mirovan kir, wek terorkirin û bêrêziya li hember sembolên çandî. Xeznewî her wiha got: "Divê helwestek were girtin ji bo pêkanîna lihevhatina neteweyî li ser bingeha hevpejirandinê û rêzgirtina cihêrengiyê. Divê li dijî gotara komên tundraw, gotara aqil û zanebûnê were belavkirin, divê rayeke giştî ku baweriya wê bi edaletê û lihevhatinê tê were avakirin, rayeke giştî ya li dijî zilmê.”

Şêx Murşîd Maşûq Xeznewî bang li hemû aqilmendên li seranserê Sûriyeyê kir ku “bibin dengê wijdanê, piştgirê heqiyê û mertala exlaqê li dijî kesên ku dixwazin nasname û olê ji bo serdestî û tevliheviyê bi kar bînin”. Her wiha da zanîn ku ev tişt bi parastina nirxên resen pêkan e.

(k)

ANHA