Hevdîtina Serokê MÎT’ê û DEM Partiyê bi dawî bû

Hevdîtina Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin a li Meclisê ya li gel şandeya DEM Partiyê dawî bû.

Hevdîtina Serokê MÎT’ê û DEM Partiyê bi dawî bû
21 tîrmeh, 2025   22:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevdîtina Serokê Teşkîlata Îstixbaratê ya Mîllî ya Tirkiye (MÎT) Îbrahîm Kalin ya li gel şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya li Meclîsê bi dawî bû.

 Hevdîtina li odeya koma DEM Partî ya li Meclîsê Serokekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçîgît û Sezaî Temelî jî amade bûn.

 Hevdîtin saetek û 7 deqe dom kir.

 Hevdîtin li ser çareseriya pirsa Kurd a di çarçoveya Aştî û Civaka Demokratîk de hate kirin.