Xelkê Siwêdayê banga serhildanê kir

Xelkê Siwêdayê zêdetirî 100 roj e xwepêşandanan li dar dixe û bang li sûriyeyiyan kir ku serî hildin û banga mafên xwe yên rewa yên jiyaneke birûmet bikin.

Xelkê Siwêdayê banga serhildanê kir
27 mijdar, 2023   15:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan şêniyên Siwêdayê li Qada Seyr (Keramê) a bajêr kom bûn û banga pêkanîna daxwazên xwe yên “çûyîna Beşar Esed”, “pêkanîna biryara 2254′an” û “pêkanîna veguhastina siyasî” kir.

Zêdetirî 100 roj e ji bo van daxwazan xwepêşandanên xelkê Siwêdayê dewam dikin.

Ji destpêk xwepêşandanan ve, hikumeta Şamê û hêzên wê yên ewlehiyê, hewl da bi xwepêşandêran re nekevin nava pevçûnan, lê li hember wê yekê rêbaza paşguhkirinê meşand.

Li aliyekî din jî li herêmên din ên Sûriyeyê yên di bin kontrola hikumeta Şamê de bergiriyên ewlehiyê û hemleyên girtinê zêde bûne.

(fr)