Xelkê Firatê salvegera 45′an a PKK′ê pîroz kir

Xelkê herêma Firatê bi dirûşma ‘Bi rihê 27′ê Mijdarê em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin′ salvegera 45′an a damezirandina PKK′ê pîroz kir.

27 mijdar, 2023   15:38
KOBANÊ

Şahiya salvegera 45′an a damezirandina PKK′ê li Qada Şehîd Egîd a Kobanê hate lidarxistin. Di şahiyê de xelkê herêma Firatê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî yên herêmê beşdar bûn.

Di şahiyê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Sirînê Behiye Elî axivî û wiha got: "Salvegera 45′an a damezirandina PKK′ê bû mîlada tevahî gelên bindest û rêya rizgariya wan ji qirkirinan. Bi damezirandina partiyê re gelên ku di bin tarîtiyê de bûn, bi rêya têkoşîna dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan ji nû ve ji dayik bûn. Lê îro ev gel bi nûnertiya dewleta Tirk a dagirker rastî komployan tên.”

Li aliyekî din jî hevserokê Gerînendetiya Zihmêrê ya Herêma Firatê Ehmed Daban axivî û wiha got: “Em têkoşîna dîrokî ya tevgera rizgariya Kurdistanê li dijî rejîmên desthilatdar, di serî de li dijî dewleta Tirk a dagirker ku xwedî sûcên li dijî gelên herêmê û Kurdan e, silav dikin."

Daban wiha domand: "Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan parçeyekî Komploya Navneteweyî ye, divê gelên herêmê ji bo şikandina vê tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan serî hildin."

Dûre Koma Botan a Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê, koma Yasmîn a ji Efrînê û koma Barîn a Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Firatê stran pêşkêş kirin.

(fr)

ANHA