Xelkê Şedadê li dijî rewşa jiyanî ya xirab xwepêşandan li dar xist

Bi dehan şêniyên bajarokê El Etale yê bajarê Şedadê ji ber rewşa debarê û xizmetguzariyê ya xirab çalakiyek li dar xist.

Xelkê Şedadê li dijî rewşa jiyanî ya xirab xwepêşandan li dar xist
14 tîrmeh, 2026   13:50
HESEKÊ

Xelkê bajarokê El Etale yê girêdayî bajarê Şedadê yê parêzgeha Hesekê ji ber rewşa xirab a debarê û xizmetguzariyê çalakiyek li dar xist. 

Şêniyan nerazîbûn li hemberî bihabûna kel û pelan, zêdebûna rêjeya bêkariyê, rewşa avê û ya kehrebe û rewşa tenduristiyê nîşan dan.

Şêniyan daxwaza başkirina rewşa xizmetguzarî û dabînkirina pêdiviyên bingehîn kir. Her wiha bal kişandin ser vê yekê ku piştî hikumeta demkî derbasî herêmê bû, asta xizmetguzariyê kêm bûye û paşguhkirina herêmê zehmetiyên wan zêde dike, lewre jî xwepêşandanan li dar dixin.

 (sb)

ANHA