Di qezaya li ser rêya Qamişlo-Dêrikê de kesek mir

Li ser rêya Qamişlo û Dêrikê nêzî bajarê Çilaxayê qeza çêbû û di encamê de ciwanê bi navê Xaşei El Hemûd wefat kir û birayê wî birîndar bû.

Di qezaya li ser rêya Qamişlo-Dêrikê de kesek mir
14 tîrmeh, 2026   14:32
QAMIŞLO

Li ser rêya di navbera Qamişlo û Dêrikê de li nêzî gundê Ebrê yê Çilaxayê motorsîkletek û erebeyek li hev qulibîn. Di encama qezayê de ciwanê bi navê Xaşei El Hemûd wefat kir û birayê wî birîndar bû. Xaşei El Hemûd û birayê xwe li ser motorsîklêtê bûn. Ew ji gundê Zexîra yê girêdayî Çilaxayê ne.

Birayê Xaşei El Hemûd rakirine nexweşxaneya bajarê Girke Legê û niha tê dermankirin. Rayedarên Trafîkê jî têkildarî qezayê dest bi lêpirsînê kiriye.

(np)

ANHA