Xelkê Reqayê sersaxî da malbatên şehîdên QSDˋê û YPJˋê

Di merasîma sersaxiya malbatên şehîdên QSDˋê û YPJˋê de xelkê kantona Reqayê diyar kir ku heta têkbirina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ew li ser rêça şehîdên xwe ne.

4 ÇILE, 2025   17:06
REQA

Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Feysel Samir El Mûsa û şehîd Qasim Mehmûd El Marûf û şervana Yekîneyên parastina Jin (YPJ) Jînda Botan di 25ˋê Kanûna 2024ˋan de dema bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li pira Qereqozaq û Bendava Tişrînê de şehîd bûbûn.

Konê sersaxiyê yê şehîd Jînda Botan li pêş mala wê ya li gundê Salihiyê yê bakurê Reqayê, konê sersaxiyê yê şehîd Feysel Samir El Mûsa li taxa bakurê rêya tirênê û konê sersaxiyê yê şehîd Qasim Mehmûd El Marûf li taxa Rimêle yê bajêr hatin vedan. Xelkê kantona Reqa û endamên Meclisa Malbatên şehîdan li bin konên sersaxiyê yên hatine vedan, sersaxî da malbatên şehîdan.

Di merasîma sersaxiyê de, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Reqa Cîdo Ebû Delîl sersaxî da malbatên şehîdan. Ebû Delîl soz da şehîd û malbatên wan ku ew ê rêça wan a têkoşînê temam bikin û serkeftinê misoger bikin.

Li aliyekî din jî endama Nivîsgeha Perwerdê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê Kerem El Hemed sersaxî da malbatên şehîdan û got: "Tiştekî ji rihê bihatir nîn e. Ji lew re em bi fedakariyên şehîdên xwe yên gihandina azadiyê serbilind in."

Her wiha dayika şehîd Jînda Botan, Kurdistan fedekariyên şehîdan û berxwedana şervanan li eniyên şer silav kir û got: "Wê misoger serkeftin para me be."

Merasîm bi diruşmên ˋşehîd namirinˋ bi dawî bû.

(fr)

ANHA