Gundewarê başûrê Kobanê û pira Qereqozaqê tên topbarankirin

Di van kêliyan de artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarê başûrê Kobanê û pira Qereqozaqê bi dijwarî tobparan dikin.

Gundewarê başûrê Kobanê û pira Qereqozaqê tên topbarankirin
4 ÇILE, 2025   17:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên çavkaniyên me ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundewarê başûrê Kobanê û pira Qereqozaqê ya başûrê Kobanê topbaran dikin.

Hemwextî van êrişan, dagirker gundên El Ebid El Cuma û Fatse yên bajarê Eyn Îsayê jî tobparan dikin.

(fr)