Xelkê Kobanê êrişa dijî karwana gel şermezar kir

Xelkê bajarê Kobanê êrişa dijî karwana wesayîtên welatiyên kantona Firatê ku ber bi Bendava Tişrînê ve derketibû rê şermezar kir.

Xelkê Kobanê êrişa dijî karwana gel şermezar kir
15 ÇILE, 2025   20:32
KOBANÊ

Bi dehan gelê Kobanê, endamên sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirker a dijî karwana welatiyan daxuyaniyek da.

Hevserokê kantona Firatê Ferhan Hec Îsa bi awayekî devkî li pêşiya Nexweşxaneya Kobanê daxuyaniyeke devkî da.

Ferhan Hec Îsa ev gist got: "Sivîlên Kobanê dîsa caeke din rastî êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin. Em wek gelê berxwedêr di çavên dijmin de kelem in. Gelê Kobanê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bi her awayî di nava berxwedanê de ye. Gelê me yê ku berê xwe dida Bendava Tişrînê ji bo li hember êrişên dagirkeran biparêze, ji hêla dewleta qirkir a Tirk ve hat hedefgirtin."

Hec Îsa di dewama gotina xwe de wiha got: "Em ê bi hemû bexwedana xwe gelê xwe biparêzin, gelê Kobanê ji bo ku Bendava Tişrînê biparêzin rastî êrişên dagirkeriyê hatin. Di encama êrişa dagirkeriyê de 3 welatî şehîd bûn û 19 jî birîndar bûn."

Hec Îsa wiha berdewamî da axaftina xwe: "Em Rêveberiya Xweser bang li hemû saziyên mafên mirovan dikin ku di leztirîn dem de sûcên dewleta Tirk a dagirker rawestînin."

Ferhan Hec Îsa di dawiyê de got: "Em ê her li kêlek hêzên xwe bin, hêza xwe biparêzin û gelê xwe li hember van êrişên dagirkeran biparêzin. Em ê heta têkbirina tevahî êrişan û misogerkirina aramiyê li ser piya bin."

(sş/fr)

ANHA