Xelkê gundewarên Şamê aqûbeta xizmên xwe dipirsin

Xelkên bajarokên Zakiye, Dêr Xebiye û Meqlîba yên gundewarên Şamê bi daxwaza serbestberdana xizmên xwe yên di girtîgehên hikumeta demkî de xwepêşandan li dar xist.

Xelkê gundewarên Şamê aqûbeta xizmên xwe dipirsin
25 adar, 2026   16:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li bajarê Zakiye yê gundewarên Şamê, bi dehan şêniyên bajarokên Zakiye, Dêr Xebiye û Meqlîba li qada Komelgeha Xêrxwaziyê kom bûn.

SOHR'ê diyar kir ku girse ji qadê ber bi avahiya Wezareta Hundirîn ve meşiya û daxwaza agahiyên ji xizmên xwe kir ku ji mehên destpêkê yên rûxandina rejîma Baasê ve hatine girtin.

SOHR'ê her wiha destnîşan kir ku şêniyan hêrsa xwe anî ziman û girtina zarokên xwe bêyî sedemeke qanûnî red kir. Her wiha aşkera kirin ku armanca xwepêşandana wan a aştiyane ew e aqûbeta xizmên wan ên girtî were naskirin.

Li gorî SOHR'ê beşdaran pankartên bi daxwaza serbestberdana xizmên xwe vekirin û diyar kir ku berdewama girtina wan, pirsan der barê aqûbeta wan û kesên berpirsyar de derdixe holê.

(bb)