Li Idlibê ciwanek hat kuştin, qebîleya Begara nerazîbûn nîşan da

Li Idlibê di kemîna komeke çekdar de ciwanekî ji qebîleya Begara hat kuştin û ciwanek jî birîndar bû. Êla Begara li hember vê bûyerê nerazîbûn nîşan da û banga hesabpirsînê kir.

Li Idlibê ciwanek hat kuştin, qebîleya Begara nerazîbûn nîşan da
25 adar, 2026   15:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku li herêma Ebû Dihûr a li rojhilatê Idlibê di encama kemîna komeke çekdar de ciwanekî ji qebîleya Begara hat kuştin û ciwanek jî birîndar bû.

Rûspiyên qebîleya Begara Haşimiyê der barê bûyerê de daxuyaniyek da û bertekên xwe nîşan dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Çekdarên eşîrekê li gundê Hermele kemînek ji ciwanên êla El Bû Asî (şaxeke qebîleya Begara) re danî.  Di kemînê de ciwanek hat kuştin, yek birîndar bû û nêzî 10 ciwanên din lêdan xwarin. Çekdar piştî êrişê reviyan.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev bûyer ne ferdî ye, lê plankirî ye û ji ber aloziyên berê ye.

Rûspiyên qebîleyê bang li aliylên têkildar ên hikumeta demkî kir ku destwerdanê bikin û hesab ji êrişkaran bixwazin.

(bb)