Xelkê gundê Demircek ê Kobanê bersiva banga QSDˋê da

Xelkê gundê Demircek ê gundewarê başûrê bajarê Kobanê ji bo bersivdana banga seferberiya giştî ya QSDˋê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tabûrek ava kir.

Xelkê gundê Demircek ê Kobanê bersiva banga QSDˋê da
28 kanûn, 2024   20:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Xelkê gundewarên Kobanê ji bo bersivdana banga seferberiya giştî ya QSDˋê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk komên piştgiriyê ava dikin û diyar dikin ku ew li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê amade ne parastina herêmên xwe bikin.

Îro jî xelkê gundê Demircek ê gundewarê başûrê Kobanê ragihand ku tabûrek ava kir û tev li seferberiya giştî bû.

Xelkê gund biryara da xwe bi rêxistin bike û li kêlek şervanên QSDˋê herêmên xwe ji êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê biparêze.

(fr)