Ciwanên Çilaxa tev li seferberiya giştî bûn

Komeke ciwanên ji gundê Xirbet Coha bi navê ˋŞehîd Biharîn Çiyaˋ ragihand ku tev li seferberiya giştî ya QSDˋê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dibe.

Ciwanên Çilaxa tev li seferberiya giştî bûn
28 kanûn, 2024   20:02
QAMIŞLO

Di çarçoveya parastina rewa ya destkeftiyên şoreşê û fedakariyên şehîdan de ciwanên gundê Xirbet Coha yê gundewarê bajarê Çilaxa ragihand ku wan bi navê Şehîd Biharîn Çiya komek ava kir da ku li kêlek QSDˋê parastina herêmên xwe bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şervana YPJˋê Biharîn Çiya (Emîne Şemo) a ji gundê Xirbet Coha di encama bersivdana êrişên 2014ˋan ên çeteyên DAIŞˋê li dijî bajarokê Ceza yê kantona Cizîrê de şehîd bûbû.

Koma ciwanan ragihand ku ew tev li banga seferberiya giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibe û diyar kir ku li dijî êrişên qirkirinê yên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmê didin meşandin piştgiriya QSDˋê dike.

Komê daxuyaniyek da û ji hêla ciwanê bi navê Yûnis Hacî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ciwanên gund biryara da ku li dijî êrişan û ji bo parastina herêm, nasname û çanda xwe li kêlek QSDˋê bin.

Di daxuyaniyê de bang li keç û xortên herêmê hat kirin ku tev li berxwedanê bin.

Di dawiyê de ciwanan diruşma ˋbijî berxwedana QSDˋêˋ berz kir.

(fr)

ANHA