Xelkê Dêrikê û Girkê Legê şervanekî QSDˊê oxir kir

Xelkê bajarên Dêrik û Girkê Legê cenazeyê şervanê QSDˊê şehîd Hawar Seydo defin kir û diyar kri ku divê bi rêya berdewamkirina berxwedanê û xebata li ser pêkanîna armancên şehîdan mîrasa şehîdan were parastin.

Xelkê Dêrikê û Girkê Legê şervanekî QSDˊê oxir kir
Xelkê Dêrikê û Girkê Legê şervanekî QSDˊê oxir kir
Xelkê Dêrikê û Girkê Legê şervanekî QSDˊê oxir kir
Xelkê Dêrikê û Girkê Legê şervanekî QSDˊê oxir kir
Xelkê Dêrikê û Girkê Legê şervanekî QSDˊê oxir kir
Xelkê Dêrikê û Girkê Legê şervanekî QSDˊê oxir kir
Xelkê Dêrikê û Girkê Legê şervanekî QSDˊê oxir kir
Xelkê Dêrikê û Girkê Legê şervanekî QSDˊê oxir kir
29 hezîran, 2026   21:58
QAMIŞLO

Şêniyên bajarên Dêrik û Girkê Legê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Hawar Seydo yê ku di 18ˊê Çileyê li Reqayê de şehîd bû defin kir.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Şerîf axivî û got: "Şehîdên me bi têkoşîn û berxwedana xwe welatê me ava kir, divê me şopandina rêya wan bidomînin û fedakariyên wan ji bîr nekin."

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Mihemed Emîn jî got: "Bi saya fedakarî û xwîna şehîdan, serkeftin garantiya pêşeroja me ye."

Emîn diyar kri ku ji bo parastina nirxên şehîdan û mîrasa wan hemû berpirsiyar in.

Merasîm bi xwendina wesîqeya şehîd û radestkirina ji malbatê re bi dawî bû.

(fr)

ANHA