Xebatkarên Zanîngeha Reşîd ji ber neserfkirina mûçeyan protesto kir

Hejmarek endamên Desteya Hînkirinê û karmendên Zanîngeha Navneteweyî ya Reşîd a Taybet bi Zanist û Teknolojiyê ya li gundewarê Derayê ji ber derengmayîna dayîna fonên wan protesto kir.

Xebatkarên Zanîngeha Reşîd ji ber neserfkirina mûçeyan protesto kir
19 hezîran, 2026   16:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku hejmarek endamên Desteya Hînkirinê û karmendên Zanîngeha Navneteweyî ya Reşîd a Taybet bi Zanist û Teknolojiyê ya li gundewarê Derayê, ji ber derengmayîna serfkirina mûçeyan protesto kir.

Çavkaniyan ji SOHRˊê re diyar kir ku xebatkar di zextên îdarî, metirsiyên windakirina mûçeyan re derbas dibin.

Ji ber derengmayîna serfkirina mûçeyan, hejmarek karkerên xizmetguzarî û paqijiyê nayên ser karê xwe. Xwendekar jî ji ber kombûna çopê û nebaşiya asta paqijiyê gilîdar in, li kêleka wê jî av her tim qut dibe.

SOHRˊê zehmetiyên ku xwendekar di dema ezmûnên nîvê werzê de kişandine belge kirin. Ji ber ku her tim kehrebe qut dibû, xwendekar jî neçar dibûn şewqa telefonên xwe bi kar bînin.

Girêdayî mijarê, derçûyiyan jî daxuyand ku di wergirtina bawername û belgeyên fermî yên taybet bi derçûnê de derengî heye, li kêlek wê jî encamên hin ezmûn û testên werzê dereng hatin ragihandin.

(fr)