Reuters: Îsraîl û Hizbullah li ser agirbestê li hev kir

Berpirsekî payebilind ê Amerîkî ragihand ku îro Îsraîl û Hizbullahê li ser agirbestekê li hev kir.

Reuters: Îsraîl û Hizbullah li ser agirbestê li hev kir
19 hezîran, 2026   16:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsekî payebilind ê Amerîkî ji Reuters re got ku îro, saet 16.00ˊan bi dema herêmî, Îsraîl û Hizbullahê li ser agirbestekê li hev kir.

Di vê çarçoveyê de, malpera Amerîkî Axios ragihand ku piştî danûstandinên navbera Îsraêl û Îranê, peymaneke nû hatiye danîn. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Qeterê navbeynkariya vê peymanê kirine."

Serokê Lubnanê Joseph Aoun îro zêdebûna rageşiya Îsraîlê şermezar kir û diyar kir ku berfirehkirina êrişên Îsraîlê li başûr û Bîqai, digel kuştin û wêrankirinê, "rageşiyek xeternak e".

(fr)