WFP'ê 13 kamyonên ard derbasî Siwêdayê kirin

Di çarçoveya ambargoya berdewam a hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya li ser Siwêdayê de, WFP'ê 13 kamyonên ard derbasî Siwêdayê kirin.

WFP'ê 13 kamyonên ard derbasî Siwêdayê kirin
8 cotmeh, 2025   21:32
SIWÊDA

Ji Tîrmeha borî ve hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Siwêda dorpêç kiriye û derbaskirina xurek qedexe kiriye. Piştî çend rojan jî piranî firne ji ber kêmbûna ard ji xizmetê derketin.

Xelkê Siwêdayê û gundewarê wê di şert û mercên jiyanê yên zehmet de dijîn.

Îro, Programa Xwarinê ya Cîhanê (WFP) ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) 13 kamyonên ard (200 ton) derbasî Siwêdayê kirin. Ev ard li firnan hat parvekirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji ber dorpêçê bihayên kelûpelan û xwarinê li Siwêdayê gelekî zêde bûne û vê yekê jî bandoreke nerênî li jiyana welatiyan kiriye, nexasim ku mûçeyên karmendan jî ji aliyê hikumeta veguhêz ve hatine qutkirin.

Hat diyarkirin ku ardê ji bo Siwêdayê hatiye şandin, têra 2 rojan nake, ji ber ku pêdiviya rojane ya firneyan 120 ton ard e.

(mh/fr)