Hîna rêyên ketin û derketinên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê girtî ne; sedem Tirkiyê ye

Hevserokê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kir ku hîna rêyên ketin û derketinên ji her du taxan berevajî îdiayên tên kirine ku vebûne, girtî ne û got destê dewleta Tirk di van bûyeran de heye û ew ji bo dan û standina bi nûnerên hikumeta veguhêz re amade ne.

Hîna rêyên ketin û derketinên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê girtî ne; sedem Tirkiyê ye
Hîna rêyên ketin û derketinên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê girtî ne; sedem Tirkiyê ye
Hîna rêyên ketin û derketinên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê girtî ne; sedem Tirkiyê ye
Hîna rêyên ketin û derketinên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê girtî ne; sedem Tirkiyê ye
Hîna rêyên ketin û derketinên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê girtî ne; sedem Tirkiyê ye
Hîna rêyên ketin û derketinên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê girtî ne; sedem Tirkiyê ye
8 cotmeh, 2025   21:23
HELEB
XEYS ŞEMSEDÎN

Nûçegihanê ajansa me bi deng û dîmen berdewama qutkirina rêyên ber bi taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi rêya komên axê belge kir û got ev roja 3ˊyemîn e ku rê girtîn ne û ev jî tê wateya ku ambargoya li ser her du taxan dewam dike.

Li gorî dîmenên hatine girtin diyar dibe ku hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê nahêlin kes derbasî her du taxan bibin. Telefonên kesên ji taxan derdikevin kontrol dikin û dema tu sembolên Kurdî tê de hatin dîtin, wan direvînin, wek Îmad Arif Horo revandine. Ev yek ji bo şêniyan pirsgirêkek mezin e, bi taybet ji bo xwendekarên zanîngehan.

Der barê mijarê de nûçegihanê ajansa me bi hevserokê Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyêç Nûrî Şêxo re hevdîtin kir. Şêxo diyar kir ku hikumeta veguhêz êdî hewl didin kiryarên xwe yên ambargo û êrişa li dijî sivîlan rewa bike û got: "Tiştê beriya 3 rojan bûye hewla qirkirinê bû."

Şêxo destnîşan kir ku qutkirina rêyan, enternet, kehrebeyê û qedexeya derbasbûna xurek, derman, şîrê zarokan û sotemeniyê û hewldana pêlêkirina xwepêşandêran bi panzer- tanakan û bikaranîna guleyan, hemû nîşaneyên pêkanîna komkujiyên li dijî sivîlan in.

Şêxo diyar kir ku "Hemû hincetên bêbingeh ên ku van êriş û sûcan rewa dikin, derew in. Hikûmeta veguhêz hewl dide bi van hincetan zexta ku ji hemû aliyan ve li ser tê kirin, kêm bike. " 

Nûrî Şêxo diyar kir ku divê bikaranîna siyasetên birçîkirinê di diyalogê de ji saziyên navneteweyî re were ragihandin da ku wekî garantor kar bikin û berteka xelkê her du taxan li hember hewlên qirkirinê silav kir.

Di berdewama axaftina xwe de Şêxo got kanalên peywendiyên wan sabit in, lê hin nakokiyên hundirîn di navbera komîteyên hikumeta veguhêz bi xwe de hene, bi taybet bi destwerdana ji hêla dewleta Tirk ve. Ji ber ku dewleta Tirk mijara vekirina rêyan asteng dike.

Di dawiyê de Nûrî Şêxo got: "Em hewldanên xwe yên ji bo vekirina rêyan ku daxwazên sereke yên gel in, didomînin."

(fr)