UNIFILˊê mirina leşkerekî Endonezyayî ragihand

Hêza Demkî ya NYˊyê li Lubnanê (UNIFIL) daxuyand ku leşkerekî Endonezyayî ku berê di teqînekê de birîndar bûbû, wefat kir.

UNIFILˊê mirina leşkerekî Endonezyayî ragihand
24 nîsan, 2026   14:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêza Demkî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li Lubnanê (UNIFIL) ragihand ku aştîparêzekî Endonezyayî di encama teqînekê li yek ji baregehên wan ên leşkerî li başûrê Lubnanê ya dawiya Adarê de bi giranî birîndar bûbû, mir.

UNIFILˊê diyar kir ku leşker Rico Bramodia (31) piştî cend hefteyan di teqîna şeva 29ˊê Adarê li hundirê baregeha Adşît El Qisêr a li herêma Marceyon birîndar bûbû, mir.

UNIFILˊê destnîşan kir ku piştî bûyera teqînê leşker veguhastin nexweşxaneyeke Beyrûtê, lê piştî çend hefteyan ji ber birîndariya giran wefat kir.

UNIFILˊê da zanîn ku divkê hemû alî pabendî qanûna navneteweyî bin, selametî û ewlehiya endamên NYˊyê, mal û milkên wan misoger bikin.

(fr)